‘Çekdarên girêdayî Tirkiyê amadekariya êrîseke mezin dikin’

‘Çekdarên girêdayî Tirkiyê amadekariya êrîseke mezin dikin’

PeyamaKurd - Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî ragihand ku komên çekdarên Terablusê û çekdarên Tirkiyê xwe ji êrîşeke berfireh re amade dikin.

Mismarî got, yekîneyên wan ev tevger şopandine  ku ev kom plana êrîşekê ji hemû aliyan ve dikin.

Artêşê Libyayê doh jî embarên çekan û odeya operasyonên hevbeş a Terablûsê li balafirgeha Miêtîqayê kiribû armanc ku hatiye ragihandin, di vê odeyê de çekdarên Sûrî û şêwirmendên Tirk hebûn.

Ligel ragihandina agirbesta Lîbyayê jî dem bi dem şer li piraniya eniyên başûrê Terablusa paytext rû didin.

Artêşa Niştimanî ya girêdayî Xelîfe Hefter teqez kiribû ew ê têkoşîna xwe heta rizgarkirina tevahiya xaka Lîbyayê bidomînin û dagirkeriya Tirkiyê li welêt bi dawî bînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin