"Kî ji bo vî welatî tistekî bas bike, em li pist wî ne"

"Kî ji bo vî welatî tistekî bas bike, em li pist wî ne"

PeyamaKurd – Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) û Berdevkê Partiyê Yunus Emîroğlu diyar kir ku ew polîtîkayeke ku mirova dixe pêşiyê dimeşînin û li pişt yê ji bo welêt tiştekî baş dike disekinin.

Emîroğlu di 4. Kongreya Asayî ya Parêzgehê ya partiya xwe ya li Salona Konferansê ya Onat Kutlarê de daxuyanî da.

Emîroglû eşkere kir, ew mirovan dixin navenda her tiştî û edalet ji bo wan esas e û got, “Siyaset ji bo mirovan, ji bo pêşketina madî û manewî ya gel heye. Em ji du aliyan ve li meselê dinêrin, pêşkeftina giyanî ya welêt bi kêmanî bi qasî pêşkeftina wî ya madî girîng e. Bi vê helwestê heta ji destê me tê em siyasetê pêş dixin. Kî ji bo vî welatî tiştekî baş bike em li pişt wî disekinin.”

Emîroglû da zanîn, ew her tim weke partî ji bo gel dixebitin û got, armanca wan "Li hemberî cîhana derve avakirina Tirkiyeyeke xurt e."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin