PeyamaKurd- Li navçeya bi ser bajarê Rihayê di navbera 2 malbatên ku mirovên hevin pevçûn derket û di pevçûnê de dar, kevir û sîlih hatin bikaranîn. Di pevçûnê de 6 kes birîndar bûn. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana Wêranşehrê û 2 birîndar li nexweşxanê can dan.
Kesên di pevçûnê de can dan du kesên bi navên Mehmet Geldi û Sinan Geldi ne. Lêpirsîna bûyerê dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin