PeyamaKurd – Di derbarê doza girtina HDPê ya ku ji aliyê Serdozgeriyê Komarî yê Dadgeha Bilind Bekîr Sahîn ve li Dadgeha Destûrê hatiye vekirin, Hevserokên partiyê Pervin Buldan û Mithat Sancar, daxuyaniyeke nivîskî belav kirin û diyar kirin: “Doza girtina HDPê, li dijî demokrasiyê derbeyeke nû ye.
Di daxuyaniyê de, Hevserokên HDPê li ser doza girtinê wiha gotin:
“Roja ku parlamenteriya Parlamenterê me yê Kocaeliyê Ömer Faruk Gergerlioğlu di encama hesabên siyasî yên hikûmetê û binpêkirina qanûnê de hate daxistin, Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind li dijî partiya me doza girtinê vekir.
Hikûmeta AKP-ê ya ku darazê bi bi xwe ve girêdaye û kiriye alîgir, ji bo siyasetê dizayn bike wek dar bikar tîne.
Doza di derbarê girtina partiya me de, li dijî hiqûq û demokrasiya welat darbeyake giran a. Ev desthilat, bi şêweyeke darbeker navê xwe li dîrokê nivîsandiye. AKP bi doza girtinê bi rêya darazê, diyariya kongreyê daye MHPê, dozger bi talîmata siyasi tevger kirine.
Ya ku qewimî di heman demê de bêçaretiya kûr a ku bloka desthilatdariya AKP-MHP ketiyê jî nîşan dide. Bi ramanî, polîtîk û li ser sindoqan nikaribûn bi ser HDPê bikevin, niha jî dikin armanc ku bi destê darazê ji siyaseta demokratîk tasfiye bikin. Ev êrişa wan ji ber tirsa wan ya mezin e.
HDP ne tenê partiyeke siyasî ye, di heman demê de partiyeke ramanî ye. bi milyonan kes li dora vê ramanê civiyane. Bi milyonan mirov dê xwedî li îradeya xwe ya siyasî û pêşeroja xwe derê.
Desthilata AKP-MHP jî rewayiya xwe ya demokratîk wenda kirine, hewl didin bi alavên zext û zorê li pê bimînin. Divê desthilata AKP-MHPê vê baş bizanibin, çi dikin bila bikin em qet serî danaynin, çok nadin û em qet ji ji siyasetay demokratîk tawîz nadin, em ê berxwedana xwe ya demokratîk bi têkoşîneke bi biryar bidomînin.
Em bang li hemû hêzên demokratik, opozîsyona siyasî û civakî û gelê xwe dikin ku li dijî vê darbeya siyasî ya tasfiyekirina vekirî ya qanûn û demokrasiyê têkoşînek hevpar bidin.
Ji bo sibê civîna awarte em bang li Lijneya Rêveberiya Navendî ya partiya xwe dikin.
Bi kevneşopiya têkoşînê xwe ya dîrokî re, em ê vê pêvajoya tarî jî derbas bikin. Em bi bawer in û bi biryar in. Bê guman, em ê bi ser bikevin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin