PeyamaKurd – Parêzerê Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demirtaş, Ramazan Demir ji daxuyaniyên Serşêwirmendê Serokomariya Tirkiyê Prof. Dr. Gulnur Aybet re nîşan da ku ji BBCyê re gotibû, ‘Demirtaş berpirsiyarê bûyerên Kobaniyê yên 6-8ê Cotmeha 2014an e’.
Parêzer Ramazan Demir diyar kir, “Ti tomarek û biryar û delîleke dadgehê derbarê berpirsiyariya Demirtaş di bûyerê 6-8ê Cotmehê de nîne. Ew vê ji bo reşkirina şexsê Demirtaş bikar tînin.”
Demir got ku Aybet daxuyaniyên derew dane BBCyê û Demirtaş di ti darizandineke xwe de bi wan bûyeran nehatiye dadgehkirin û sûcdarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin