HPG nasnameyên encama pevçûnên Ixdirê ragihand

HPG nasnameyên encama pevçûnên Ixdirê ragihand

PeyamaKurd- HPG ê ragihand ku di roja 8 ê hezîrana 2020 an de li Ixdirê, li navçeya Aralıkê li devera Kirê Sor, siet di 05.00 ê sibê de, dewletê operasyon dabû destpêkirin û di encamê de 4 çekdarên wan jiyana xwe ji dest dabûn. HPG ê nasnameya her 4 çekdarên xwe aşkera kir:

“Bi navê kod Hejar Agirî ji xelkê Agiriyê Vahit Çür, bi navê kod Mazlum Serhat ji xelkê Wanê Seyhan Taş, bi navê kod Sarîna Şervan Rojhilat ji xelkê Makûyê Mehnaz Hasan Xelefo û bi navê kod Serhat Umut ku ew jî li Îstenbolê hatiye dinyayê Onur Yörüklü ne.

Wezareta karên hundir ya Tirkiyê ragihand ku li bajarê Sêrtê li navçeya Erûhê li devera Cirafê di navbera wan û PKKê de şer derketiye û 2 PKK yî jiyana xwe dane. Li deverê operasyon dewam dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin