PeyamaKurd - Amerîka, ji ber serbestnebûna Keşe Andrew Brunson, li ser wezîrêrên Dad û Karên Navxweyî yên Tirkiyê biryar da ku mueyîdeyan bisepîne.
Zextên ku ji aliyê Amerîka dê li ser wezîrên Tirk bêne sepandin, ji aliyê Ofîsa Kontrola Hebûnên Biyanî (OFAC) ku bi Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ve girêdayî ye dê were tesîskirin.
Wezîrên Tirk jî di lîsteya OFACê ya Tebayî Kesên Taybet û Kesên hatine Astengkirin (SDN) cihê xwe girtin. Navê Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Abdulhamit Gul û Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu roja çarşemê li lîsteyê hat nivîsandin.
Lîsteya ku tim tê nûkirin nêzîkî 6 hezar navên şexsî û dezgehî di xwe de digire. Di lîsteya OFACê de bi dehan kesên ku bi Tirkiyê re têkildar jî cih digirin.
Navên kesên ku di vê lîsteyê de cih digire; Rêveberê rêxistinên ku di lîsteya Amerîka ya terorê de cih digire, wek rêvebirên PKKê, yên DAIŞê û kesên ku tomet li ser wan heyî ku bi rêxistinên îslamî re tevdigerin û Karsazên ku guh nedane zextên li ser Îranê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin