Wezîrên Tirk û Iraqê hinardeya petrolê gotûbêj kirin

Wezîrên Tirk û Iraqê hinardeya petrolê gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar, li paytexta Iraqê Bexdayê ligel Wezîrê Petrolê yê Iraqê Basim Muhemmed Hudeyir civiya.

Di civînê de, sîstema herî girîng a hinardekirina sotemeniyê Xeta Boriya Petrolê ya Xav a Iraq-Tirkiyeyê ku digihîje Bendergeha Ceyhanê ya li ser Deryaya Spî hate gotûbêjkirin.

Wezîr Bayraktar destnîşan kir ku bikaranîna herî çalak û bi bandor a binesaziya heyî ya ku ber bi Ceyhanê ve diçe, hîmê bingehîn ê vîzyona enerjiyê ya her du welatan pêk tîne ji bo ku bazirganiya petrolê di asteke bilind de were tomarkirin.

Bayraktar bal kişand ser Projeya Riya Geşepêdanê û diyar kir ku ew dixwazin vê xetê tenê wekî korîdoreke bazirganî û veguhestinê nehêlin, herwiha bikin xeteke mezin a enerjiya herêmî ku herikîna wê ber bi bendera Ceyhanê ve were xurtkirin. Bayraktar tekez kir ku ji bo zêdekirina hinardeyê û dabînkirina asayîşa enerjiyê ya cîhanê, rola lojîstîk a Ceyhanê pir krîtîk e û ew girîngiyeke mezin didin ku ligel hikûmeta nû ya Iraqê bi kordînasyoneke nêzîk pêngavên berçav bavêjin.