PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Iraqê ji bo hinardekirina petrola xav mekanîzmayeke nû pejirand ku dê bi rêya kompanyayên navxweyî û navdewletî yên pispor û ji dergehên cuda bê birêvebirin.
Li gorî daxuyaniya hikûmetê, girêbestên ku di çarçoveya van rêkarên nû de tên îmzekirin dê ji bo sê mehan derbas bibin û ev biryar dê ji 1ê Îlona îsal ve bikeve warê pêkanînê.
Bi vê pêngavê, Bexda hewl dide şêwazên hinardekirina petrolê cihêreng bike û encamên erênî bi dest bixe.
Ev biryara Iraqê piştî aloziyên li herêmê û metirsiya girtina Tengava Hurmizê ya ku bandoreke nerênî li ewlehiya enerjiyê kiribû hate dayîn. Ji bo kêmkirina girêdayîbûna bi rêyên avî yên Kendavê, Iraq dixwaze rêyên alternatîf ên wekî Tirkiye û Sûriyeyê pêş bixe. Wekî duyemîn hilberînerê herî mezin ê petrolê di nav OPECê de, dahat û aboriya Iraqê bi rêjeyeke bilind girêdayî firotina petrolê ye, lewma ewlehiya rêyên hinartinê ji bo welat xwedî girîngiyeke stratejîk e.