PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Pêncşemê di civîneke rojnamevanî de ragihand ku serdana herî dawî ya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo Bexdayê, bi armanca piştgirîkirina Serokwezîrê Iraqê Alî El-Zeydî û çareserkirina kêşeyên navbera her du aliyan li gorî Destûra Iraqê pêk hatiye.
Barzanî diyar kir ku wan ligel berpirsên federal guftûgoyên piralî li ser pirsên krîtîk ên mîna mûçeyên fermanberên herêmê û destpêkirina hinardekirina petrolê kirine û got: "Em amade ne ku di ser xeta boriyên Herêma Kurdistanê re alîkariya Iraqê bikin daku asta hinardekirina petrolê bê bilindkirin."
Serokwezîr Barzanî, bal kişand ser ku kompaniyên navdewletî yên petrolê ku berî destpêkirina karên xwe daxwaza garantiyan dikin û li ser dosyaya elektrîkê jî destnîşan kir ku Herêma Kurdistanê modeleke serkeftî ye û dikare heta 2 hezar megawat elektrîkê bide hikûmeta federal.