Dê Rûsya bersiva dorpêça Amerîka bide

Dê Rûsya bersiva dorpêça Amerîka bide

PeyamaKurd- Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku wê bersiva dorpêça dewleta Amerîkayê bo ser şîrket û kesên Rûsyayê bide.

Wezareta Xezînê ya Amerîkayê, bo 5 şîrket û 3 hemwelatiyên Rûsyayê biryara dorpêçê danîbû. Van şîrketên ku dorpêç bo ser wan hatiye danîn, ew şirketin ku alîkariya Serwîsa Federal ya Ewlekariya Rûsyayê dikin û hat ragihandin ku ne tenê bo ser Amerîka lê êrîşên sîberî ku biribûn ser welatên Awrûpayê, van şîrketan navbeynkariya êrîşan kiribûn.

Şîrketên Rûsyayê yên ketine binê biryara dorpêçê ev in: Digital Security, ERPScan, Embedi, Kvant Scientific Research Institute, Divetechnoservices û kesên ku Amerîka dorpêçê danîye ser wan; Aleksandr Lvovich Tribun, Oleg Sergeyevich Chirikov û Vladimir Yakovlevich Kaganskiy in.

Wezareta Karê Bergiriyê beyan da çapemeniyê û got wê bersiva vê dorpêça Amerîkayê bidin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin