Îran: Eger Amerîka sasiyeyekê bike em dê kestiyên serî yên amerîkî bi çekên nepen tune bikin

Îran: Eger Amerîka sasiyeyekê bike em dê kestiyên serî yên amerîkî bi çekên nepen tune bikin

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Trump ji bo li dijî derketina Îranê keştiyên balafirhilgir sewqî Rojhilata Navîn kirin û herweha biryara şandina 1500 leşkerên din erê kir. Şêwirmendê artêşa Îranê Murtaza Kurbanî îdia kir ku ew dikarin keştiyên şerî yên Amerîkayê yên bo Kendava Basrayê hatine şandin bi çekên nepen tune bikin.

Washington bi hinceta ku fişara atomî çêdike dixwaze bergiriyê li Îranê bike. Îranê jî bi vê daxuyaniyê bersiv da Amerîkayê û bi awayekî eşkere gef li Amerîkayê xwarin. Şêwirmendê artêşa Îranê General Kurbanî wiha axivî:

“Amerîkayê du keştiyên şerî şandine herêmê. Eger ev keştî xeletiyekê bikin, bi du moşekan yan jî bi du çekên nepen em dê wan û murettebata wan û balafirên li ser wan keştiyan bişînin binê deryayê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin