PeyamaKurd - Di çarçoveya bernameya perwerdekirina hêzên Iraqî de ji aliyê NATOyê ve, Kanada 250 şêwirmendên xwe yên leşkerî şandin Bexdayê û Serokwezîrê wî welatî jî dibêje, armanca wan ew e ku aramî û demokrasî li Iraqê bihêz bibe.
Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau ragihand ku ew şanaziyê bi rola serkirdayetiya xwe li Iraqê dikin ku ligel hevpeymanan û hikûmeta Iraqê ji bo cîbicîkirina aştî kar dike.
Trudeau got, bihêzkirina demokrasiyê li Iraqê ji wan re girîng e.
Li gor daxuyaniya hikûmeta Kanadayê, ew 250 şêwirmend û leşker li Bexdayê hatine bicîkirin.
Ji bilî wan 250 şêwirmend û leşkeran, artêşa Kenedayê, 4 helîkopterên şer û hejmarek ji otomobîlên din yên leşkerî jî şandin Iraqê.
Meha derbasbûyî, hikûmeta Kanadayê erkê perwerdekirina Hêza Pêşmerge bidawî anî û ragihand ku hêzeke taybet ku ji 210 şêwirmendan pêk dihat, perwerdeya leşkerî daye Pêşmerge.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin