PeyamaKurd – Li Dêrazorê ji ber pêleke din a bahoza tund a tozbarînê, 4 kesan can dan.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova belav kir, pêleke tozbarînê ya tund bi ser parêzgeha Dêrazorê de girtiye û gelek haletên bêhntengiyê gihîştine nexweşxaneyan.
Hat ragihandin, heta niha 2 kesan ji ber bêhntengiyê can dane û kesek û kurê wî jî di encama ketina dîwarekî bi ser wan de can dane.
Herwiha Rewangehê diyar kir, ji ber tundiya bahoza tozê, dar şikestine, elektirîk hatiye birîn û asta dîtinê gelekî kêm bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin