Îran guh nade civaka navnetewî: Roja sêsemê dê Penahî îdam bike!

Îran guh nade civaka navnetewî: Roja sêsemê dê Penahî îdam bike!

PeyamaKurd - Malbata Ramîn Hisên Penahî ragihand, ku berpirsên girtîgehên ew agahdar kirine ku roja sêşemê bidarvekirina Ramîn cîbicî dikin.

Birayê Ramîn, Ehmed Hüseyin Penahî da zanîn ku, Berpirsên girtîgeha Recayî ya li Tehranê ku Ramîn tê de girtî ye, li wî geriyane û ew agahdar kirine ku roja sêşemê darvekirina Ramîn cîbicî dikin. Herwiha diyar kir ku Ramîn di greva birçîbûnê de ye û rewşa tenduristiya wî pir xerab e. Îran bi darvekirina Ramîn hemû Kurdan bidarvedike, azadbûna Ramîn azadiya hemû Kurdan û kesên di bin tehdîta darvekirinê de dijîn e.

Beriya niha 60 parêzeran daxwaz ji Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî kiribûn ku cezayê Ramîn rawestîne. 

Herwiha li gelek welatan çalakî hatine kirin bo îdama Ramîn bê rawestandin lê Îran her li ser ya xwe ye...

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin