PeyamaKurd – Li navça Sason a bi ser bajarê Batmanê ji ber berf zêde bariya erebeyekî ku tê de 4 kes hebûn li bilindahiya Çiyayê Siltanê yê ku ji deryayê 2.500 metre bilinde û ji Sasonê 40 km dûre, di berfê de asê man.
Li ser agahdarkirina tîmên rêvebiriya taybet û cendirmeyan, tîm çûn ciyê bûyerê û kesên asê mabûn wan rizgar kirin. Her 4 kesên asê mayî sipasiya tîman kirin.
Germahiya çiyayê navborî ketibû heya -10 dereceyê û tîm karibûn bi xebata 2 seetan wan rizgar bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin