PeyamaKurd - Hikûmeta Iraqê dixwaze hêzeke taybet û nû ji bo Şingalê bê avakirin. Çalakvanekî Kurdên Êzdî li ser hêza nû got, “Ji bilî Hêzên Pêşmerge, çi hêzeke din bê navçeyê dê rewşê aloz bike û çareser nake.”
Serokê Rêxistina Civîn a Kurdên Êzidî Kawe Xetarî ji malpera fermî ya PDKê re ragihandiye: “Biryar e hêzeke nû ji bo devera Şingalê bê avakirin. Gelek aliyên Iraqê hewl didin ji bi avakirina hêzeke taybet bi Şingalê, lê bi baweriya me ji ber zêdebûna hêzên leşkerî li Şingalê rewş li navçeyê aloztir dibe, ji ber ku ew hemû hêzên ku niha li Şingalê ne, neyasayî ne.”
‘HER ALIYEK DESTÊ XWE DIXE NAV REWŞA ŞINGALÊ’
Kawe Xetarî wiha got: “Her hêzek ku li Iraqê hebe, girûpeke wê li Şingalê jî heye. Her aliyek û li gorî hebûna xwe destê xwe dixe nava rewşa Şingalê. Hebûna her hêzekê li Şingalê ji bilî Hêzên Pêşmerge ziyanê digihîne Kurdên Êzidî.”
Çalakvanê Kurd wiha axivî: “Nivîsingeha Karûbarê Kurdên Êzdî li bajarê Mûsilê tê vekirin, ew jî piştî ku hejmareke rewşenbîr û çalakvanên Şingalê daxwaza wê yekê ji Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî kiribûn. Divê ew nivîsingeh ser bi Hikûmeta Iraqê ve be û nabe ti aliyeke din ji Iraqê destê xwe têxe nava karê wê ofîsê de û hikûmet bi xwe xizmeta Kurdên Êzdî bike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin