Kurdistan | 17 kesên din ji koronayê mirin, 730 kes jî pê ketin

Kurdistan | 17 kesên din ji koronayê mirin, 730 kes jî pê ketin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya îro 21ê Îlonê ya rewşa dawî ya vîrusa koronayê de ragihand, di nav 24 demjimêrên borî de 17 kesên din mirine û 730 kesên din jî bi koronayê ketine.

Wezareta Tenduristiyê da xuyakirin, ji 730 kesên ku nû bi koronayê ketine, 226 kes li Hewlêrê, 92 kes li Silêmaniyê, 27 kes li Germiyanê û 346 kes li Duhokê, 39 kes li Helebceyê ne.

Herwiha 17 kesên can dane jî 4 kes li Hewlêrê, 7 kes li Silêmaniyê û 6 kes li Duhokê ne.

Bi van amarên dawî re, li Herêma Kurdistanê hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihîşt 41732 kesan, hejmara mirinan bû 1536 kes û hejmara kesên heta niha baş bûne jî bû 26 hezar û 921 kes.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin