PeyamaKurd- Li navçeya Sûrûcê (Pirsûs) ya bi ser bajarê Rihayê, di navbera esnaf û AKP yiyan de şer û pevçûn derket. Pevçûn di dema ku parlementerê Rihayê yê AKPê İbrahim Halil Yıldız xebata xwe ya hilbijartinê dikir derket.
AKPyî di dema ku seredan esnafan kirin di navbera wan û grûbekî de niqaş derket û mijar zêde bû. Di navbera wan de bû pevçûn û şer. Di encamê de 3 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn.
Birîndaran bi ambûlansan birin nexwexaneya Sûrûcê û wezîrê tenduristiyê Ahmet Demircan li Samsûnê ragihand ku balafira ambûlansê şandine herêmê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin