Hosyar Zêbarî: "Referandûmê ji cîhanê re got bê Kurd çi dixwazin"

Hosyar Zêbarî: "Referandûmê ji cîhanê re got bê Kurd çi dixwazin"

PeyamaKurd - Endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî ragihand, ku pêwîst e rêz li îradeya gelê Kurd bê girtin û Kurdan bi rêya referandumê ji hemû cîhanê re gotin bê ew çi dixwazin.

Hoşyar Zêbarî li navçeya Zûmarê beşdarî bangeşeya hilbijartinan bû û axiftinek kir, di axiftina xwe de wiha got: “Hinek aliyên siyasî wisa hizir dikin ku em li vî welatî mêvan in. Lê ya rastî ew e ku em xwediyê vî welatî ne û Kurd xwedî mafê şeraketê ne li vî welatî. Lewma jî bila ti kes û aliyek minetê li me neke.”

Zêbarî bal kişand ser û wiha got: “Pêwîst e destûrê Iraqê bê cîbicîkirin û ne bi kêfa tu kesî be. Me wek PDKê dixwest em hemû aliyên Kurdistanê pêkve biryareke hevbeş bidin ji bo beşdariya di hilbijartinên Iraqê de, lê aliyên siyasî yê din nehatin ligel me.”

Zêbarî wiha domand: “Divê vê carê PDK pêşeng be û bihêzbûna PDK jî tê wateya bihêzbûna hevsengiya Kurdistanê, lewma jî armanca me zêdebûna dengên PDKê ye û zêdebûna kursiyên PDKê ye. Em di wê baweriyê de ne ku çawa Hêzên Pêşmerge di şerê Mehmûdiye li Zûmar di şerê li dijî Heşda Şebî de biser ketin, dê PDKê jî wisa di hilbijartinan de biser bikeve.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin