Pêlewanê Kurd Mûbîn Ezîmî bû sêyemînê Cîhanê

Pêlewanê Kurd Mûbîn Ezîmî bû sêyemînê Cîhanê

PeyamaKurd - Werzişvanê Kurd ê xelkê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê Mihemed Mûbîn Ezîmî, di Şampiyoniya Pêlewaniya Azad a Cîhanê ya Bin 23 Salan (U23) de ku li bajarê Las Vegasê yê DYAê hat lidarxistin, di beşa 97 kîlogramî de madalyaya bronz bi dest xist.

Ezîmî di pêşbirkên yekem de li hemberî reqîbên xwe yên ji Azerbaycan, Ozbekistan û Tirkiyeyê bi ser ket û gihîşt nîvfînalê.

Tevî ku di nîvfînalê de li hemberî pêlewanê Rûs Xaniyêv têk çû jî, di pêşbirka rêza sêyem de bi encama zelal a 10-0 zora reqîbê xwe yê Ermenî Sîmonyan bir û bû xwediyê madalyaya bronz.

Mûbîn Ezîmî ku berê jî di astên cuda yên navneteweyî de serkeftinên mezin bi dest xistibûn, di sala 2023yan de li Urdunê di Şampiyoniya Ciwanan a Cîhanê de madalyaya zêr standibû.

Her wiha wî di şampiyoniyên berê yên li Sirbistan û Asyayê de xwedî madalyayên zêr û bronz e û bi vê serkeftina nû re navê xwe di nav pêlewanên serkeftî yên cîhanê de parast.