Serok Barzanî: "Can ji destdana wî gencî mînaka mirovdostî ya Kurda ye"

Serok Barzanî: "Can ji destdana wî gencî mînaka mirovdostî ya Kurda ye"

PeyamaKurd - Serok Barzanî li ser bûyera roja sêyemîn a Cejna Remezanê ku jineke ji geştiyarên Ereb ku ketibû ber pêlên avê û ciwanê Kurd ê bi navê Cebar Osman ku xwest jinikê xelas bike, lê herdû jî xeniqîbûn, peyameke serxweşiyê belavkir.

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar dike ku: “Gelek xemgînîn bi bihîstina nûçeya can ji destdana hemwelatî Cebar Osman ku bi navê rizgarkirina canê hemwelatiyekî geştiyarê Ereb xwe kir qurbanî û li çemê Çoman ya li nêzîkî gundê 'Bersîrîn' xeniqî.”

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

‎Gelek xemgînîn bi bihîstina nûçeya can ji destdana hemwelatî Cebar Osman ku bi navê rizgarkirina canê hemwelatiyekî geştiyarê Ereb xwe kir qurbanî û li çemê Çoman ya li nêzîkî gundê ''Bersîrîn'' xeniqî.

Bi vê helkeftê ve serxweşiyê li malbat û kesukarê wî gencê cangoriyê gelê me dikim. Can ji destdana wî gencî mînaka ruh û giyanê mirovdostî û cangoriya mirovê Kurde. Eve rûdanekî kêmwêneye û nîşanekî rûn û zelala kultura bilinda gelê Kurdistanê ye ku ji bo rêzgirtina li mîhvan û yarmetîdana xelkê lêqewimî û sembola mirovdostiya Kurd.

‎Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruh û giyanê xwedê jêrazî Cebar Osman bi bihûşta fireh şad bike û sebir û aramiyê bi malbata wî bibexşê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin