PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Mogan Ortagus derbarê hilbijartinên parlamena Sûriyê ku roja 19ê vê mehê hatin encamdan, ragihand ku rêveberiya Washingtonê hilbijartinên Encûmena Gel a Sûriyê nas nake û rewa nabîne.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus got, ev hilbijartin hewldaneke din a hikumeta Şamê ye ku rewabûneke sexte ji xwe re peyda bike, bi vê yekê jî Şam dixwaze ji biryara Konseya Ewlekariyê ya jimar 2254 a ji bo pêkanîna pêvajoya siyasî bireve.
Ortagus da xuyakirin ku bêhtirî 5 milyon welatiyên Sûrî li derveyî welêt dijîn û beşdarî dengdanê nebûne.
Wezîrê Derve yê hikumeta Şamê Welîd El-Mu’elim li ser encamdana hilbijartinan daye xuyakirin ku ev hilbijartin teqez dikin ku pêvajoya demokrasiyê li welal saxlem e.
Di hilbijartinên Parlemana Sûriyê de ku Partiya Beas serdest e, roja Yekşemê ji bo hilbijartina 250 parlementeran hatin pêkanîn, lê di serî Kurd û herêmên derveyî kontrola rejîma Sûriyê beşdarî li hilbijartinê nekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin