PeyamaKurd - Malperên şaredariyên bajarên Amed, Mêrdîn û Wanê ku ji aliyê Wezareta Navxweyî ve waliyên bajêr weke qeyûm hatin wezîfedarkirin, hatin girtin.
Di Malpera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat nivîsandin ku ‘niha li ser malperê xebat tê kirin û di demeke nêzîk de malper wê dîsa dest bi weşanê bike.’
Li ser Malpera Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê jî tê gotin ku ‘Di demeke nêzîk de em dê bi we re bin.’
Li ser Malpera Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê jî hema tişt tê gotin, ‘Niha li ser malperê xebat û upload tê kirin. Ji kerema xwe paşê serdana malperê bikin.’
Ji aliyê din ve li ser hesabê fermî yê twittera Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê wêneyekî Walîyê Mêrdînê Mustafa Yaman ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan hat parvekirin û tê de tê hatiye gotin, ‘Ji bo Mêrdîna me em car din li ser kar in.’
Mardinimiz İçin Yeniden İş Başındayız.#SizinİçinÇalışıyoruz pic.twitter.com/cgGty5XQN4
— Mardin Büyükşehir B. (@MardinBuyukshr) 19 Ağustos 2019
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin