PeyamaKurd – Îro Sêşemê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li Hewlêrê pêşangeheke navdewletî tê vekirin.
Li gor zanyariyan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro di saet 11:00an de, beşdarî merasîma vekirina 3yemîn pêşangeha navdewletî ya milk û veberhênanê ya Hewlêrê (Invest Expo 2022) dibe.
Herwiha tê çaverêkirin, hejmareke mezin ji kompanyayên cuda yên mal û milk û veberhênanê beşdarî pêşangehê bibin û proje, plan û berhemên xwe pêşkêş bikin.
Hêjayî gotinê ye, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, giringiyeke mezin dide avadankirin û sermayeguzariyê. Di xala 11emîn a bernameya kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat diyarkirin: “Em ê bixebitin ku bajar, navçe û taxan bi awayekî adil û hevseng ji nû ve ava bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin