PDK: Divê grûbên neyasayî ji Sengalê derên û xelkê rihet bihêlin

PDK: Divê grûbên neyasayî ji Sengalê derên û xelkê rihet bihêlin

PeyamaKurd – Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) leqa Şengalê bi nivîskî daxwuyaniyekî belav kir û got ku divê grûbên neyasayî yên mîlîs ji Şengalê derên, xelkê rihe bihêlin û deverê terk bikin. Leqa 17 em ya PDK ê ya Şengalê ragihand ku ew êş û azar li Şengalê ji aliyê terefan de tê îstîsmarkirin û weha got:

“Xelkê Şengalê şahide ku kî bedel daye û xwînê rêtiye. Dema terorîst êrîşê Şengalê kirin, yên ku mijarê îstîsmar dikin, YNK, PKK û hukumeta Iraqê li Şengalê bûn. Yek ji wan jî bergiriya Şengalê nekir, tenê PDK ê xelkê parast û xwîn da.

Di rizgarkirina Şengalê ya sala 2014 û 2015 an de Pêşmergên PDK ê şer kirin. Di 16 ê cotmeha sala 2017 an de ji bo di nav Şengaliyan de alozî çênebe, PDK ji Şengalê vekişiya lê bi şertê ku Şengalî xwe bi xwe îdare bikin. Hukumeta Iraqê soza dabû binpêkir, Şengalê teslîmê PKK ê û mîlîsên neyasayî kir. Van grûban nehiştin ku Şengalî dagerin malên xwe.

PDK li ser daxwaza xelkê Şengalê ji Şengalê vekişiya. Eger venekişiya bê çawa li Sihêla û Pirde PDK şer kir wê her weha li Şengalê jî şer bikira. Daxwaza me ya ewilî ew e ku xelkê Şengalê dagere malên xwe û şertên wan yên jiyanê normal bibin.

Şengalî siyaseta PDK ê dizanin û destek dikin. Nîşana wê ewe ku di hilbijartina cotmehê ya parlomentoya Iraqê de xelkê Şengalê tenê deng da namzedên PDK ê. PDK dixwaze rewşa Şengalê normal bibe. Grûb an kesên neyasyî, qaçax û mîlîs divê ji wê derê derên û xelkê Şengalê rihet bihêlin da xelk dagere mala xwe.

Em naxwazin xelkê Şengalê weka penaberan bijî û bila kes bi çarenûsa Şengalê neleyize û pê pêşbirkê neke.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin