PeyamaKurd - Adil Ebdulmehdî wê navê 15 wezîran pêşkêşî Parlamentoya Iraqê bike.
Derbarê wê yekê de, Rojnameya Şerq Al-Awset di nûçeyeke xwe de amaje pê dike ku Adil Ebdulmehdîyê bo avakirina hikûmetê hatibû peywirdarkirin wê navê 15 wezîrên ku amade kiriye, arasteya parlemana Iraqê bike daku dengdanê li ser bikin û hikûmeta nû bide ragihandin.
Li gor zanyariyên rojnameyê ku hinek komên aliyên siyasî hene nerazîne ku Adil Ebdulmehdî navê wan wezîran pêşkêşî parlamentoyê bike, bi sedema ku her aliyekî siyasî dixwazin ew navê wezîrên xwe destnîşan bikin, lê Ebdulmehdî jî bi ya wan nekir û nakokî peydabûn, ji ber wê yekê jî, projeya pêşkêşkirina navên wezîran ji vê heftê bo hefteya pêş hat paşxistin.
Herwiha biryara piştî ku navê 15 wezîran ku amadekirine û wê pêşkêşî parlemanê bike, wê navê wezîrên serweriyê jî pêşkêş bike ji wan wezaretan, wezareta Berevanî, Derva, Navxweyî, Neftû Darayî dê werin pêşkêş kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin