PeyamaKurd- Li bajarê Hilleyê xelk bi sedema ku xebata giştî ya bo xelkê kême û bêkariyê, ketin kolanan û xwepêşandan kirin. Di ser de bi ser avahiya partiya Ebadî ve girtin.
Xwepêşandêr çûn nava avahiyên partiyên bi navê Partiya Daweta Îslamî û Partiya Fazîletê. Zabit Abdulhadî El Taî ragihand ku xelkê li bajarê Hilleyê, pira bi navê El Henûd ku di kolana Îmam Elî de ye, bo çûnûhatê girtiye.
Taî dibêje ku li bajer rewş nexweşe û ji deverên der û dor hêzên asayîşê bo bajêr hatine sewqkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin