Hemas: Heke Îsraîl dixwaze leskerên dîl bi saxî bistîne…

Hemas: Heke Îsraîl dixwaze leskerên dîl bi saxî bistîne…

PeyamaKurd - Endamê Mekteba Siyasî ya Hemasê Ûsame Hemdan li paytexta Lubnanê Beyrûdê civîneke li dar xist û bang di serî de li Amerîka û welatên Rojavayî kir ji bo agirbestê fişarê li ser Îsraîlê bikin.

Hemdan derbarê leşkerên Îsraîlî yên di destê Hemasê de hatine dîlgirtin jî got: “Ew artêşa Nazî ku şer ji bo azadkirina dîlan ragihand, 3 ji wan bi saxî diçin ber wê û daxwaza alîkariyê dikin lê ew artêş guleyan li wan dibarîne û wan dikuje.”

Ûsame Hemdan diyar kiriye, “Ger ew dijmin bixwaze leşkerên xwe yên dîl bi saxî wergire, divê şer bi temamî rawestîne û dest bi gotûbêjan bike lê bi mercên hêzên berxwedanê.”

Li aliyê din Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû jî ragihand ku ew operasyonên leşkerî bidawî nayînin û heta tunekirina Hemasê şer bidomînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin