Êrîş li ser baregeha Partiya Azadiya Kurdistanê: Kuştî û birîndar hene

Dîroka Weşanê :
Êrîş li ser baregeha Partiya Azadiya Kurdistanê: Kuştî û birîndar hene

PeyamaKurd – Baregeha Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) li Herêma Kurdistanê bi dronan hat êrîşkirin. Tê ragihandin ku qurbanî hene.

Li gorî agahiyên me, roja Çarşemê 21ê Çileya 2026an saet 05:45an de êrîşeke bi dronan li ser baregeha PAKê hat kirin.

Hat gotin ku pêşî dronek hatiye bikaranîn, paşê jî moşekek li ser baregehê hatiye bikaranîn û droneke din a ku li avahiyê ketiye neteqiyaye.

Di encama êrîşê de kesek mir û yek jî birîndar bûye.

Di daxuyaniyekê de derbarê êrîşê de, PAKê diyar kir ku ew ji aliyê Îranê ve hatiye kirin.

Daxuyaniyê destnîşan kir ku baregeheke Artêşa Neteweyî ya Kurdistanê bi dron û moşekan hatiye hedefgirtin, di encamê de endamekî bi navê "Nebez", Muhammed Salih Muhammedi, hatiye kuştin.