PeyamaKurd – Yekîneya Operasyonên Artêşa Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, bi weşandina nexşeyên xalên leşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên li Helebê amadekariya xwe ya ji bo êrîşeke berfireh nîşan da. Artêşê ji niştecihên herêmê daxwaz kir ku ji van deverên diyarkirî dûr bikevin.
Artêşa Sûriyeyê 8 nexşeyên cuda parve kirin û îdia kir ku ev der ji aliyê HSDyê ve wekî "baregehên leşkerî, xalên gulebaranê û navendên operasyonê" tên bikaranîn. Ev nexşe wekî hişyariyeke dawî beriya êrîşên giran hatin weşandin da ku sivîl ji xalên ku dê werin hedefgirtin dûr bikevin.
Fermandariya artêşê ragihandibû ku ji saet 13:30an pê ve dê li taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeydê dest bi operasyonên rasterast û dijwar bikin. Weşandina van nexşeyan nîşan dide ku artêş dixwaze bi awayekî koordînekirî êrîşî xalên stratejîk ên HSDyê yên li hundirê van taxan bike.
Di daxuyaniya artêşê de hat îdiakirin ku di sê rojên borî de, ji ber topbarana HSDyê li ser taxên niştecihbûnê yên Helebê, 5 sivîl (2 jin) hatine qetilkirin û 33 kes jî birîndar bûne.
Belavkirina nexşeyan fikarên li ser rûdana şerekî dijwar li nava taxên sivîl û koçberbûna nû ya xelkê herêmê zêde kirine.