PeyamaKurd- Hate ragihandin ku 3 Pêşmergeyên Kurdistanê îro 11ê Çileşê li xalekekontrolê ya Xurmatûyê bi hinceta "hilgirtina çekan" ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine girtin.
Şêwirmendê Parêzgarê Selahedînê Kawa Şêxanî got: “Artêşa Iraqê îro (Yekşem, 11.01.2026) li xale kontrolê ya Xidir Weliyê li aliyê Xurmatûyê sê Pêşmergeyên Lîwaya 9ê girtin.”
Hate diyarkirin ku navê wan Pêşmergeyan Derbaz Mihemed, Cume Heme Ebdirehman û Omer Celal Ebdirehman e.
Şêxanî da zanîn, ew her sê Pêşmerge wê demê ji dewama xwe ya fermî vedigeriyan û girtina wan bi hinceta "hilgirtina çekan" bû. Şêxanî got: "Em bi rayedarên pêwendîdar ên wê derê re li ser xetê ne ku wan azad bikin."