Deshilatên feyleq û firqeyên Pêşmerge ji nû ve hatin diyarkirin

Deshilatên feyleq û firqeyên Pêşmerge ji nû ve hatin diyarkirin

PeyamaKurd- Piştî ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryara yekxistina Hêzên Pêşmerge îmze kir, desthilatên kargêrî, yasayî û darayî yên fermandariyên feyleq û firqeyên deveran jî hatin destnîşan kirin.

Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 27ê Sibata 2026an ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, doh 26ê Sibatê fermannameya bi jimare (703) îmze kir. Di vê fermanê de, bi hûrgilî desthilatên fermandeyiyên feyleq û firqeyên deveran ên ser bi Wezareta Pêşmerge ve hatine diyarkirin.

Ev pêngav li ser bingeha "Yasaya Çaksaziyê" (Jimare 2 ya sala 2020an) û karnameya Kabîneya Nehem a hikûmetê hat avêtin. Armanca sereke ya vê biryarê, rêkxistin û yekxistina hêzên Pêşmerge di bin sîwana sîstemeke serbazî ya niştimanî, nûjen û pîşeyî de ye. Bi vê yekê, tê xwestin ku dîsîplîna serbazî û sazîbûna hêzên Pêşmerge hîn xurtir bibe.

Li gorî hûrgiliyên fermanê, ji bilî desthilatên îdarî û darayî, ev biryar qadên wekî ragihandinê, hevahengî û peywendiyên fermandariyan jî li xwe digire. Bi taybetî, şêwaza hevahengî û peywendiyên ligel hêzên federal ên Iraqê di fermanê de bi zelalî hatine diyarkirin, daku di çarçoveyeke yasayî de birêve biçin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin