Dîrok hat diyarkirin: Deriyê sînor ê Nisêbîn-Qamişlo di 31ê Adarê de vedibe

Dîrok hat diyarkirin: Deriyê sînor ê Nisêbîn-Qamişlo di 31ê Adarê de vedibe

PeyamaKurd – Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê (DTSO) Mehmet Kaya, di civîna meclisa odeyê ya meha Sibatê de agahiyeke giring da raya giştî û bazirganên herêmê.

Kaya ragihand ku wan agahiyên fermî wergirtine ku Deriyê Sînor ê Nisêbînê, ku bajarê Mêrdînê bi Qamişloya Rojavayê Kurdistanê ve girêdide, dê di 31ê Adarê de ji nû ve ji bo çûnûhatinê were vekirin.

Ev deriyê ku demek dirêj e girtî ye, tê payîn ku hem ji bo gihandina alîkariyên mirovî û hem jî ji bo vejandina bazirganiya herêmî bibe derfeteke stratejîk a mezin.

Mehmet Kaya di axaftina xwe de bal kişand ser kampanyayên alîkariyê yên ji bo herêmên dorpêçkirî yên mîna Kobaniyê û diyar kir ku cara yekem bi hewildanên rêxistineke sivîl alîkarî gihîştine destê xelkê herêmê. Bi vekirina deriyê Nisêbînê re, DTSO armanc dike ku pêla duyemîn a alîkariyan bi hêsanî û di bin çavdêriya nûnerên xwe de derbasî sînor bike. Her wiha, Kaya tekez kir ku vekirina vî deriyî dê bibe destpêka serdemeke nû ya aborî di navbera her du aliyan de û dê barê li ser deriyên din ên sînorî jî sivik bike.

Di civînê de derbarê projeyên pîşesazî yên Diyarbekir û Bakurê Kurdistanê de jî zanyariyên nû hatin parvekirin. Kaya eşkere kir ku pêvajoya tapûkirinê ya ji bo damezrandina Herêma Pîşesaziya Rêxistinkirî ya Farqînê bi dawî bûye.

Ev projeya ku wekî herêmeke pispor a pîşesaziya xurek û çandiniyê tê pênasekirin, tê payîn ku ne tenê ji bo Diyarbekirê, lê ji bo aboriya Batmanê jî bibe navendeke giring a kar û xebatê. DTSO daxwaz dike ku ev herêm wekî "Herêma Pîşesaziya Mega" werin qebûlkirin da ku teşwîq û veberhênanên mezintir ber bi wê ve werin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin