Heleb | 13 dibistanên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin girtin

Dîroka Weşanê :
Heleb | 13 dibistanên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin girtin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku piraniya şêniyên wan Kurd in, ji ber ambargoyê û nemana sotemenîyê 13 dibistan hatin girtin.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê îro biryarnameyek derxist û ragihand, 13 dibistanên girêdayî Rêveberiya Xweser û dibistanên hevbeş ên Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz heya piştî sersalê nayên vekirin.

Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkrinê Zehîde Reşîd da xuyakirin ku yerdora 25 hezar xwendekarên astên seretayî, navîn û amadehî li van dibistanan dixwînin û eşkere kir, li her du taxan, wê dirêjkirina girtina dibistanan heya piştî 4ê Çileya 2026an dewam bike.