Heleb: ‘Komên çekdar ciwanên revandî wekî mertalên zindî bikar tînin’

Dîroka Weşanê :
Heleb: ‘Komên çekdar ciwanên revandî wekî mertalên zindî bikar tînin’

PeyamaKurd- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê ku bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve ye, derbarê êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de daxuyanî da û ragihand, ciwanên ku hatine revandin wekî mertalên zindî têne bikaranîn.

HSDê diyar kir ku grûpên çekdar ên hikûmeta Şamê ji bo şikandina berxwedana gel, ciwanên Kurd wek mertalên zindî di êrîşan de bi kar tînin.

Hêzên Ewlekariyê bal kişand ser ku rewşa li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gihîştiye asteke xeternak û diyar kir, "ev siyaseta birçîkirin û tunekirinê ye".

Hate gotin, Hêzên girêdayî hikûmetê û grûpên bi ser wan ve, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye bi tankan dorpêç kirine û bi çekên giran topbaran dikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev hêz gefa "dagirkeriyeke giştî" dixwin û dixwazin bi rêya birçîkirinê, xelkê herêmê neçarî koçberiya bi darê zorê bikin.

HSDê eşkere kir ku piştî êrîşên çekdarî di şikandina berxwedana xelkê taxê de bi ser neketin, komên çekdar serî li rêbazên hovane dane û got: “Ciwanên ku ji ber dorpêçê neçar mane ji taxê derkevin, hatine revandin. Ev ciwanên hatine revandin, di eniyên pêş de wek "mertalên zindî" li dijî taxên xwe tên bikaranîn. Çekdaran kesên temenmezin şandine nav taxên dorpêçkirî da ku wan wek amûreke zextê li ser malbatan bi kar bînin.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn destnîşan kir ku ev kiryar "tawanên organîze" ne û hemû qanûn û pîvanên navneteweyî binpê dikin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev stratejiyeke sîstematîk e ji bo guhertina demografîk û koçberkirina sivîlên bêguneh.