Hemû geştên asmanî yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê hatin sekinandin

Hemû geştên asmanî yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê hatin sekinandin

PeyamaKurd – Sibeha îro Şemî, 28ê Sibata 2026an, piştî destpêkirina êrîşên berfireh ên Îsraîlê li ser navenda Îranê, qada asmanî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê bi temamî ji bo firînên sivîl hat girtin.

Rêveberê Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ragihand ku ji ber metirsiyên ewlehiyê û parastina canê geştiyaran, hemû geştên asmanî li balafirgehên Hewlêr, Silêmanî û hemû bajarên Iraqê hatine sekinandin.

Ev biryar di demekê de ye ku herêm ketiye nava qonaxeke nû ya rûbirûbûna leşkerî û asmanê Iraqê wekî xeteke serekî ya derbasbûna balafir û mûşekan tê bikaranîn.

Ehmed Hoşyar tekez kir ku ev biryar ji bo misogerkirina ewlehiya geştan hatiye dayîn, ji ber ku çalakiyên leşkerî yên li asmanê herêmê metirsiyeke mezin li ser balafirên sivîl çêdikin.

Hevdem, Wezareta Veguhestinê ya Iraqê jî piştrast kir ku qada asmanî ya welat heta daxuyaniyeke din girtî ye. Ev pêngav piştî wê yekê hat ku Îsraîlê operasyoneke "pêşîlêgirtinê" li dijî Tehranê ragihand û herêm ber bi şerekî rû bi rû ve çû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin