HSDê sersaxî ji artês û gelê Amerîkayê re xwest

Dîroka Weşanê :
HSDê sersaxî ji artês û gelê Amerîkayê re xwest

PeyamaKurd- Piştî êrîşa ser hêzên Amerîkî li Tedmûr a Palmîrayê Fermandariya Giştî ya HSDê ji bo mirina du leşker û karmendekî sivîl ê Amerîkî peyama sersaxiyê weşand.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) sersaxî ji artêş û gelê Amerîkî re xwest û êrîş şermezar kir.

HSDê diyar kir ku hêzên wan, bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî, dê rê nedin "rêxistinên terorîst" ku dîsa kom bibin yan ewlehiya herêmê û cîhanê ji nû ve bixin xeteriyê.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bersiva li dijî kesên ku êrîş pêk anîne û piştgirî dane wê dijwar û rasterast be.

HSDê da xuyakirin, wan hêza xwe ya têkbirina binesaziya leşkerî ya çekdarên DAIŞê û tinekirina rehên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îspat kiriye.

Herwiha diyar kir ku ew amade ne, şerê li dijî terorê li her devereka axa Sûriyeyê berfireh bikin û bêyî dudilî û ji bo tinekirina wê li her deverê ku lê hebe, têbikoşin.

HSDê di daxuyaniyê de piştgiriya xwe bo malbat û hevalên qurbaniyan nîşan da û ji birîndaran re selametiya bi lez hêvî kir.