PeyamaKurd- Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li ser rêkeftina bi Şamê re ragihand ku hêzên HSDê li cihê xwe dimînin û got ku li gorî lihevkirinê hêzên wan dê li cihên xwe bimînin, Şam dê dîplomayên wan nas bike û ji bo vegera koçberan gavên berçav hene.
Îlham Ehmed li ser rewşa leşkerî û ewlehiyê ya piştî rêkeftinê diyar kir, "Hêzên me dê li cihê xwe bimînin. Hinek hêzên Şamê dê werin lê piştî ku entegrasyon temam bû dê dîsa derkevin."
Îlham Ehmed mizgînî da ku wê xelkê devrên dagirkirî vegerin û got, "Serê Kaniyê di bin desthilata Tirkiyeyê de ye, dê dewrkirinek çêbibe. Ji bo gelê me vegere ser axa xwe di peymanê de ev xal hene."
Ehmed bal kişand ser piştevaniya navneteweyî û rola welatên wekî Amerîka û Fransayê û got: "Serokê Fransayê got ku ew dikare bibe garantor, Amerîka jî dê daxuyaniyeke wiha bide. Li Amerîkayê kampanyayake pir mezin heye, divê em bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidinê. Divê Kongre biryara parastina Kurdan derxe."
Herwiha Îlham Ehmed diyar kir ku hêzên xêrnexwaz hene ku dixwazin Kurdan qir bikin lê wan planên wan têk birine û wiha pê de çû: "Me gelê xwe parast, me plan şikand û me hinek destkeftiyên xwe parastin. Bila kes moralê xwe xera neke, em heta bi astekê hatine û berdewamkirin pêwîst e. Divê têkoşîn berdewam bike."
Ehmed hişyarî da, "Îhtimal heye ku hîn jî astengî derkevin" û li ser mijarên îdarî û perwerdeyê da zanîn, "Em dê Parêzgarê Hisîçayê (Hesekê) diyar bikin. Şam dê dîplomayên me yên lîse û zanîngehê qebûl bike."
Li aliyê din, Îlham Ehmed bal kişand ser mijara perwerdeya bi zimanê Kurdî û nerazîbûna xwe ya li hemberî pêşniyara heyî anî zimên.
Ehmed destnîşan kir ku dan û standinên li ser vê mijarê dê bidomin û got:
"Hefteyê 2 saet dersa bi Kurdî gelekî kêm e, diyalog dê bidome."
‘YPJ di nava HSDyê de dimîne’
Îlham Ehmed li ser çarenivîsa Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) axivî û tekez kir ku YPJ dê wekî beşek ji HSDyê bimîne.
Deriyê Sêmalka
Îlham Ehmed derbarê deriyê sînorî yê ku Rojavayê Kurdistanê bi Başûrê Kurdistanê ve girê didie jî piştrast kir ku guherîn çênabe û wiha got: "Deriyê Sêmalka dê vekirî bimîne."
Rola Macron û Lindsey Graham
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve bal kişand ser rola aliyên navneteweyî ya di vê pêvajoyê de û diyar kir ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Senatorê Amerîkayî Lindsey Graham jî di nav de gelek welat beşdarî pêvajoyê bûne û rola wan hebûye.
‘Me xwest şer raweste’
Îlham Ehemd li ser pirsa "Gelo zext li ser Rêveberiya Xweser hat kirin?" bersiveke zelal da: "Zext li ser me nebûn, me xwest şer raweste."
‘Tirkan gotiye ku ew dê ji Serê Kaniyê derkevin’
Îlham Ehmed li ser hevdîtina bi aliyê Tirkiyeyê re û rewşa herêmên Kurdan ên derveyî kontrola wan agahî dan û ragihand ku wan bi rayedarên Tirkiyeyê re danûstandin kirine û Tirkiyeyê soza vekişînê daye.
Wê li ser vê mijarê wiha got, “Em doh bi Tirkan re axivîn, wan got ku ji Efrînê vekişiyane. Tirkan gotiye ku ew dê ji Serê Kaniyê jî derkevin."
Birêvebirina sînor û balafirgehan
Îlham Ehmed derbarê kontrolkirina deriyên sînorî û balafirgehan jî diyar kir ku ev cih dê di bin kontrola dewletê de bin lê xebatkar dê ji xelkê herêmê bin.
Rewşa Kobaniyê
Îlham Ehmed pirsa "Çima lîwaya Kobaniyê dê girêdayî Helebê be?" bersivand û sedema vê yekê bi girêdana îdarî ve şîrove kir û got: "Kobanî ji aliyê fermî ve girêdayî Helebê ye. Saziyên fermî yên li Kobaniyê dê wekî xwe bimînin."