PeyamaKurd- Brîtanyayê ji bo rageşiya li Helebê û herêma bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) banga "kêmkirina rageşiyê" kir.
Hate diyarkirin, li taxên Kurdan ên Helebê (Şêxmeqsûd û Eşrefiye) metirsiyeke mezin li ser jiyana sivîlan heye.
Nûnerê Brîtanyayê yê Sûriyê Ann Snow, li ser hesabê xwe yê fermî yê medyaya civakî (X) peyamek belav kir û fikarên welatê xwe anî ziman.
Nûnerê Brîtanyayê di peyama xwe de wiha got: "Ez ji ber pevçûnên li bakurê Helebê, windahiyên canî yên sivîlan û koçberkirina xelkê di demeke ku îstiqrara Sûriyê pir girîng e de, bi fikar im. Em bang dikin ku demildest rageşî bê kêmkirin, diyalog dest pê bike û sivîl bên parastin. Em rewşê ji nêz ve dişopînin."
Hêjayî gotinê ye, piştî ku komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê (bi piştevaniya Tirkiyê) derbasî navenda bajarê Helebê bûn, taxên Kurdan ketin bin dorpêç û êrîşên dijwar. Li gorî agahiyên ji herêmê, çekdarên Şamê êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye dikin ku bi salan e ji aliyê Hêzên Parastina Civakî ve tên parastin. Herî dawî jî artêşa Sûriyê bi fermî operasyoneke berfireh li ser wan taxan da destpêkirin ku şer û pevçûnên li deverê didomin.