Konsulê Îtalya: Em hewl didin têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re xurttir bikin

Dîroka Weşanê :
Konsulê Îtalya: Em hewl didin têkiliyên bi Herêma Kurdistanê re xurttir bikin

PeyamaKurd- Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê Tommaso Sansone ragihand ku, çand û muzîk du alavên girîng ên xurtkirina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê de ne.

Tommaso Sansone, doh li konsereke du hunermendên Îtalayî li Hewlêrê amade bû û li wê derê got: “Armanca vê konserê xurtkirina têkiliyên dualî di navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê de ye.”

Tommaso Sansone diyar kir: “Yek ji alavên xurtkirina vê têkiliya di navbera me de çand e û yek ji alavên herî sereke di çandê de jî muzîk e. Zimanê muzîkê hewceyî tu wergerandinekê nîne û girîng e ku ew ji bo xurtkirina têkiliyên dualî bê bikaranîn.”

Konsulê Giştî yê Îtalyayê eşkere kir: "Em niha ji dil dixebitin da ku têkiliyên bazirganî yên di navbera xwe de xurt bikin. Em dixwazin ku şîrketên Îtalyayî bên Herêma Kurdistanê û veberhênanê bikin.”

Hêjayî gotinê ye, têkiliyên di navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê de xurt, dîrokî û piralî ne. Îtalya yek ji welatên sereke yên Ewropayê ye, ku têkiliyeke dostane û stratejîk bi Herêma Kurdistanê re daniye.

Îtalya ji bo Herêma Kurdistanê hevpareke Ewropayî ya cihê baweriyê ye û têkiliyên wan ji hevkariya leşkerî derbasî têkiliyên piralî yên siyasî, çandî û aborî bûne.