PeyamaKurd – Li Almanya li bajarê Bonnê xwepêşandana bo desteka Kurdistana Rojava hat li darxistin û di xwepêşandanê de peyama serokê Kurdistanê ya Mesûd Barzanî xwendin.
Serok Barzanî di peyama xwe de got ku milletê Kurd yeke û çarenûsa milletê Kurd jî yek e. Di peyama Barzanî de balê kişandiye ser parvekirina dîrokî ya erdnîgariya Kurdistanê û weha dewam dike:
“Bi sedema nerewa axa Kurdistanê perçe kirine. Lê milletê Kurd ti carê îrada xwe ji dest bernedaye û wenda nekiriye. Pêwiste her Kurd îro birayê xwe yê Rojava destek bike.”
Serok Barzanî ragihandiye ku hîç pirsgirêkeka Kurd bi milletekî dinê re nîne, bang kiriye ku civaka navdewletî berpirsiyariya xwe bigre aliyê xwe û bang kir ku mirovahî “Parastvanê Kurdistanê” be.
Serok Barzanî li ser rewşa heyî ya Kurdistana Rojava bangî terefan kir û got ku pêwiste di şûna rêbazên leşkerî de, rêbaza diyalogê bikar bînin. Barzanî di peyama xwe de dewam kir:
“Ez dixwazim teref an ku hukumeta Şamê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser soza agirbesê bimînin û di çareseriyan de diyalogê bikin bingeh. Pêwesite mafê milletê Kurd di destûra nûh ya Sûriyê de bixin bin garantiyê.”
Peyama Serok Barzanî bi gotinên “Milletê Kurd yeke û çarenûsa me jî yek e” dewam kir.
Di çalakiyê de gelek hunermendên Kurd hebûn ku bi kilamên xwe tevlî ahenga çalakiyê bûn.