PeyamaKurd – Pêla berf û baranê ya ku ev çend roj in bandora xwe li Bakurê Kurdistanê nîşan dide, şert û mercên jiyanê li herêma Serhedê zehmet kirine. Bi taybetî li parêzgehên Wan û Colemêrgê, ji ber barîna zêde ya berfê rêyên 172 gundan li ber hatûçûnê hatin girtin.
Rêveberiya Taybet a Bajaran ragihand ku tîmên paqijkirinê ji bo vekirina rêyan dest bi xebatên berfireh kirine. Li gel girtina rêyan, mij û hewaya xirab jî bûye sedema astengiyan di trafîkê de û rayedaran hişyarî da şofêran ku bi baldarî ajotinê bikin.
Li aliyê din, li parêzgehên Mûş, Erzirom, Agirî û Qersê jî berfeke zêde bariya û di destpêkê de bû sedema girtina rêyan. Lê belê hat ragihandin ku bi saya xebatên tîman, li van deveran piraniya rêyan hatine vekirin û rewş ber bi asayîbûnê ve diçe.