PeyamaKurd – Li bajarê Dêrsimê li navçên Ovacık, Nazimiye û Pulumurê bi sedema barîna berfa zêde, ji bo yek rojekî dibistanan tatîl kirin. Hat ragihandin ku wê li navça Hozatê jî navberê bidin dibistanên ku ji gundên din, bi erebeyan xwendevanan dibin navendên din.
Li gor ragihandina parêzgehê; xebatkarên did ezgeyênd ewletê de bi taybetî jinên bi hemil, xebatkarên astengdar, xebatkarên dibistanên berya xwendina seretayî û jinên ku zarokên wan di kreşan de dimînin, wê ji bo yek rojekî îzna îdarî bidin wan.
Berfê, li Erzeromê jî kir ku hinek dibistanan tatîl bikin:
Parêzgeha Erzeromê bi sedema barîna berfa zêde hinek dibistanên taybet û fermî yên dewletê bi sedema barîna berfa zêde tatîl kir. Her weha wê jinên xebatkarên dewletê yên bi hemil û astengdar jî ji bo yek rojekî neçin kar.
Parêzgehê, li navçên Aziziye, Palandöken û Yakutiye roja înê temamê dibistanan tatîl kiriye. Li navçên din jî wê qeymeqamiyên navçeyan li gor rewşa xwe biryaran bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin