PeyamaKurd- Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çekdarên bi ser artêşa Tirkiyeyê ve kesê bi navê Xalid Ehmed Welo (45) û birayê wî Ziyad Ehmed Welo (39) ji gundê Nêrbiyê yê herêma Şehbayê revandin.
Rêxistinê daye xuyakirin ku çarenivîsa her du kesên revandî hêj nediyar e.
Hêjayî bibîrxistinê ye, gelek caran xelkê herêmê ji aliyê çekdaran ve bi hincetên wekî bac û fîdyeyê têne revandin û rastî îşkenceya çekdaran tên.