PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî niha li Şamê ye û ligel Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera civîna wan dest pê kiriye.
Li gorî agahiyan, biryar bû ev hevdîtin doh 18ê Çileyê li Şamê pêk bihata, lê ji ber rewşa hewayê û astengiyên çûnûhatinê, civîn ji bo îro hatibû paşxistin.
Ev hevdîtin piştî daxuyaniya doh a Ehmed Şera tê ku ragihandibû, di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDê de rêkeftineke nû ya 14 xalan pêk hatiye. Di encama vê rêkeftinê de, hêzên HSDê ji hemû sînorên îdarî yên parêzgehên Dêrezor û Reqayê vekişiyan.
Bi cihbirina vê peymanê re, hebûna leşkerî ya HSDê niha bi tenê li parêzgeha Hesekê û bajarê Kobanê maye.
Biryare ku Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera di civîna îro de hûrguliyên qonaxa nû, ewlehiya herêmên ku HSD jê vekişiyaye û pêgeha saziyên Rêveberiya Xweser di sîstema nû ya Sûriyeyê de gotûbêj bikin.
Ev serdana Mezlûm Ebdî ya bo Şamê wekî destpêka qonaxeke nû ya siyasî li Sûriyeyê tê nirxandin ku tê de aliyên Kurdî û desthilata nû ya li Şamê hewl bidin bi rêya diyalogê pirsgirêkan çareser bikin.