Nêçîrvan Barzanî ji Tom Barrack çi xwest?

Dîroka Weşanê :
Nêçîrvan Barzanî ji Tom Barrack çi xwest?

PeyamaKurd- Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack, doh Şemiyê li Hewlêrê hevdîtinên girîng ligel aliyên Rojavayê Kurdistanê bi serpereştiya Serok Mesûd Barzanî pêk anîn ku hemû aliyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê jî tê de amadehî kirin.

Herwiha Barrack yek bi yek ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî civiya.

Di hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Amerîka yê Sûriyeyê Tom Barrack, rewşa herêmê û bi taybet mafên Kurdên Sûriyê û aloziya şer a berdewam hate gotûbêjkirin.

Her du alî hevnêrîn bûn ku rêbazên leşkerî pirsgirêkan çareser nakin û ji bo gihîştina aştî û aramiyê divê hemû alî berê xwe bidin diyalog û lihevtêgihiştinê.

Şanda mêhvan pesnê rol û hewldanên dîplomatîk ên Serok Nêçîrvan Barzanî û Herêma Kurdistanê da ku ji bo navbeynkariya di navbera aliyan de, kêmkirina rageşiyê û rêlibergirtina berfirehbûna aloziyan xebatan dikin.

‘Divê mafên Kurdan bên parastin’

Nêçîrvan Barzanî spasiya rola çalak a Amerîkayê ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan kir û tekezî li ser parastina mafên hemû pêkhateyan kir û got: "Pêwîst e di paşeroja Sûriyeyê de mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan parastî bin."

Girîngiya çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê ji bo aştî û aramiya herêmê, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û bipêşketinên dawî yên herêmê jî di civînê de hatin gotubêjkirin.