PeyamaKurd- Îro 1ê Adarê ye; roja ku dilê miletê Kurd ji bo rêberê xwe yê mezin Mela Mistefa Barzanî xemgîn e. 47 sal berê di rojeke wekî îro de, pêşengê bizava rizgarîxwaza Kurdistanê û fermandeyê herdem sax, li Amerîkayê ji ber nexweşiyê koça dawî kir.
Barzaniyê Nemir, ku temenê xwe di nav sengerên şer û zîndanên dijmin de derbas kir, ne tenê rêberê malbatekê an herêmekê bû, bibe sembola yekîtiya neteweyî û vîna azadiyê ya her çar perçeyên Kurdistanê.
Mela Mistefa di 14ê Adara 1903an de li gundê Barzan ji dayîk bû û hêj di 3 saliya xwe de bi dayîk û birayê xwe Şêx Ebdulselam re ket zîndanên Osmaniyan. Ev destpêka jiyaneke tijî berxwedan bû. Di sala 1919an de tevlî şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd bû û di sala 1920an de wek nûnerê taybet çû Bakurê Kurdistanê ba Şêx Seîdê Pîran da ku hemahengiyê di navbera şoreşên Kurdan de ava bike. Jîrbûna wî ya serbazî di salên 1930î de li dijî hêzên Îngilîz û artêşa Iraqê, navê wî di dîrokê de wek fermandeyekî bêhempa nexşand.
Yek ji rûpelên herî geş ên jiyana wî, beşdariya wî ya di damezirandina Komara Kurdistanê ya li Mehabadê de bû. Di sala 1946an de, li kêleka Pêşewa Qazî Mihemed, Mela Mistefa pileya "General" wergirt û bû parêzvanê sînorên komarê. Piştî hilweşîna komarê, wî û hevalên xwe bi meşeke dîrokî û bi şerekî mêrxasane sînor derbas kirin û çûn Yekîtiya Sovyetê. 12 salên xerîbiya li wir, vîna wî ya ji bo azadiya Kurdistanê hîn bêtir polat kir û di sala 1958an de wek lehengekî neteweyî vegeriya welat.
Di sala 1961ê de, gava hikûmeta Iraqê sozên xwe bi cih neanîn, Barzaniyê Nemir Şoreşa Îlonê ya mezin da destpêkirin. Di encama vê berxwedana bêhempa de, di 11ê Adara 1970yî de hikûmeta Iraqê neçar ma ku mafên Kurdan nas bike û otonomiyê bide Kurdistanê. Lê mixabin, piştî xiyaneta Peymana Cezayirê ya sala 1975an di navbera Iraq û Îranê de, şoreş rûbirûyê astengiyên mezin bû. Tevî hemû hewildanên tîrorkirinê yên bi rêya bombeyên veşartî û dek û dolabên rejîma Beisê, Barzanî serê xwe li ber dijmin neçemand.
Mela Mistefa Barzanî di dawiya sala 1975an de ji ber nexweşiyê çû Amerîkayê û di 1ê Adara 1979an de li wir wefat kir. Termê wî destpêkê li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî demkî hat veşartin. Piştî Raperîna mezin a sala 1991ê, xewna wî ya vegera li axa bav û kalan pêk hat û termê wî birin devera Barzan. Îro, rêbaza wî û mîrasa wî ya "Kurdayetiyê" hîn jî ronahiyê dide xebata azadiyê ya gelê Kurd û wekî "Bavê Neteweyî" di dilê her Kurdekî de dijî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin