PDK û YNK ji bo kabîneya dehem li Hewlêrê civiyan

Dîroka Weşanê :
PDK û YNK ji bo kabîneya dehem li Hewlêrê civiyan

PeyamaKurd – Îro (16ê Kanûnê) demjimêr 11:00ê, şandeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanperwerên Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê ji bo gotûbêjkirina pêkanîna hikûmeta nû dest bi civînê kirin. Ev yekem civîna fermî ya navbera her du aliyan e piştî hilbijartinan.

Li gorî zanyariyan, şanda PDKyê bi serokatiya Hoşyar Zêbarî û şanda YNKyê bi serokatiya Qubad Talebanî beşdar in. Her du alî heta niha li ser piraniya mijaran li hev kirine û di vê civînê de mijara sereke dabeşkirina postên kabîneya dehem e.

Hêjayî gotinê ye ku di hilbijartinên dawî de PDKyê 39 kursî û YNKê 23 kursî bidest xistibûn.