PeyamaKurd – Îro, 5ê Çileya 2026an, fraksiyonên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê li hev civiyan. Mijara sereke ya vê civînê, nîqaşkirin û lihevkirina li ser namzedekî hevbeş ê Kurd bo posta Serokkomariya Iraqê bû.
Di hevdîtinê de, ku bi serokatiya Şaxewan Ebdullah (PDK) û Herem Kemal Axa (YNK) bi rê ve çû, her du aliyan li ser planên hevkariyê yên di xebatên parlamentoyê de nêrînên xwe parve kirin. Ev gav wekî hewildanek ji bo yekxistina helwesta Kurdan li Bexdayê tê nirxandin.
Her wiha hat ragihandin ku Serokkomarê niha yê Iraqê, Letîf Reşîd, bi şandina CVya xwe daxwaza xwe ya ji bo dubarekirina hilbijartinê û mana li ser posta serokkomariyê bi fermî nîşan daye.